شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 350 kes bi coronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 350 kes bi coronayê ketin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 3 hezar û 350 kes bi vîrusa coronayê ketin û 13 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 716 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 19 hezar û 644 pişkinînên coronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 3 hezar û 350 pêketiyên nû yên coronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 716 nexweşên coronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 5, Helebce 2 û Duhokê 6 bi giştî 13 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 488 hezar û 810 pişkinînên coronayê hatin kirin, ji wan 237 hezar û 730 kes tûşî vîrusa coronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 201 hezar û 184 kes baş bûne û 4 hezar û 818 tûşbûyên coronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji xelkê kir ku pabend bin bi rênimayiyên tendirustî, dûrketina ji cihên qelebalix û bikaranîna mask û herwiha di demeke pêwîst be peywendî bi Hêla Germ a hejmar 122 bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

şanogeryek li ser navê fermana 74 hat nimaîş kirin

Lalish Duhok

Bingehê laliş tayê şingalê harîkaryên madî bi ser 15 xêzanan da belavkirin

Lalish Duhok

Karûbarên çardehemîn konferansa desteya bilind a Bingehê Laliş a Rawşenbîrî û civakî

Lalish Duhok