شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Îradeya Kurdistanê li dijî zilm û dagirkeriyê biserket

Serok Barzanî: Îradeya Kurdistanê li dijî zilm û dagirkeriyê biserket  

BasNews- Serok Barzanî di salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê de peyamek belav kir û têde dibêje: “Ev karesat zulmeke mezin û rûpeleke din a hovîtiya rejîma Beis a li dijî gelê Kurdistanê bû.”
Bi boneya 49emîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê, Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 24ê Nîsana 2023an peyamek weşand.

Di peyama xwe de Serok Barzanî ragihand: “Di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê di 24/4/1974 de, silav li giyanê pak ê şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê. Ev karesat zulmeke mezin û rûpeleke din a hovîtiya rejîma Beis a li dijî gelê Kurdistanê bû.”
Serok Barzanî dibêje: “Lê belê hêz û îradeya gelê Kurdistanê ji balafir û Napalmê bihêztir bû û di dawiyê de îradeya Kurdistanê li dijî zilm û dagirkeriyê biserket.”

Beriya 49 salan di 24-4-1974an de çend firokeyên rejîma Beis a Iraqê bajarê Qeladize bombebaran kirin û di encamê de 467 kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Beşek ji kuştî û birîndaran, xwendekar û mamostayên zanîngeha Silêmaniyê bûn, ji ber ku ji tirsa hikûmeta Beisê zanîngeh bar kiribûn Qeladizê.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Sedî 75ê dengên helbijartina parlamentoya Kurdistanê aşkera bû!

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Erk û berpirsyariyên PDKyê dîrokî û mezin in

Lalish Duhok

Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Tola 10 Pêşmerge û sê birayan hat standin

Lalish Duhok