شبكة لالش الاعلامية

Husên Qaîdî: Ta yek keç û jin mabe ew dê karî bo rizgarkirina wan ken

Husên Qaîdî:Piroseya rizgarkirina girtyên Êzdî ji destên DAIŞ dê ya berdewam bit

Tora Laliş:

Nivîsîngeha rizgarkirina girtiyên Êzdî ragehand 2 keçên dî yên êzdî ji destê tîrorsên DAIŞ ê hatin rizgarkirin û piroseya rizgarkirinê ya berdewame.

Îro sê şembûyê 11 tîrmehê,Husên Qaîdî، berpirsê nivêsîngeha rizgarkirina girtyên êzdî di ragehandnekê da belavkir ku daneyek bi dest Tora Laliş keftye, ew keçên hatîne rizgar kirin bi navê Aliye Xelef Xidir û Besê Xelef Xidir bûn û li demê hêrşa tîrorîstên DAIŞ ê li Şingalê ew herdu keçe keftbûne destên tîrorstên DAIŞ û nuke herdu ji destên tîrorstan hatine rizgar kirin û dê bi xêzanên xwe şad bin.

Qaîdî xweyakir, nivîsîngeha rizgarkirina girtyên êzdî bi piştevanya Serokê Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî li ser rizgarkirin û lêgeryan li çarenvêsê keç û jnên êzdî yên di dest DAIŞ da mayî berdewame û ta yek keç û jin mabe ew dê karî bo rizgarkirina wan ken.

Heta nihaj sercemê şeş hezar û 417 kesan demê DAIŞ grtîn sê hezar û 568 girtyên êzdî hatîne rizgarkirin.

 

CH

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hizbullah Iraqê tehdîd kir: Emê êrişî cihên wisa bikin ku neyê xeyala wan jî!

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî li Waşingtonê: Bêyî serxwebûna Kurdistanê her tişt di xeterê de ye

Lalish Duhok

Derbarê bûyera li Dêrik de ku bû sedema mirina 20 kesan biryarek derket

Lalish Duhok