شبكة لالش الاعلامية

Brîtanyayê komkujiya Êzdiyan wek jenosîd nas kir

Brîtanyayê komkujiya Êzdiyan wek jenosîd nas kir

BasNews – Hikûmeta Brîtanyayê îro 1ê Tîrmeha 2023an di daxuyaniyekê de, komkujiya Kurdên Êzidî, wek jenosîd ragihand.
Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya hikûmetê hat weşandin tê de hat gotin: “Îro Brîtanyayê bi awayekî fermî qebûl kir ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de li dijî Êzidiyan kiryarên qirkirinê pêk anîne.”
Pêştir, Hikûmeta Brîtanyayê hovîtiya DAIŞê li dijî Êzîdiyan şermezar kiribû, lê ew şermezarîkirin, negihîştibû asta naskirina van tawanan wek jenosîd.
Rêxistina terorîst a DAIŞê di Tebaxa 2014an de, piştî êrişî çend parêzgehên Iraqê, êrişî ser qezaya Şingalê kir û zêdetirî salekê di bin kontrola wê de ma.
DAIŞê zêdetirî 3 hezar û 200 Kurdên Êzidî kuştin û nêzîkî 7 hezar kesên din ku piraniya wan jin û zarok bûn, revandin.
Derbarê jenosîdnasandina komkujiya Êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve, Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî pêştir diyar kiribû ku heta niha 10 welatan ev komkujî wek jenosîd nas kiriye.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rûyekî din ê Şamê; Dibistana Semaya Latînî

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan kir

Lalish Duhok

Barzanî bi Serokê Fransayê re dicive

Lalish Duhok