شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Erk û berpirsyariyên PDKyê dîrokî û mezin in

Nêçîrvan Barzanî: Erk û berpirsyariyên PDKyê dîrokî û mezin in

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî got ku erk û berpirsyariyên PDKyê dîrokî û mezin in û divê PDK van erkên xwe bîne cih.

Îro 77emîn salvegera damezrandina PDKyê û herwiha rojbûna Serok Mesûd Barzanî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir.

Barzanî bal kişande ser rola dîrokî ya PDKyê û amaje pê kir ku PDK gelê Kurdistanê temsîl dike.
Peyama Nêçîrvan Barzanî bi avî awayî ye:

“Bi rêz û rûmet salvegera bûyer û werçerxaneke mezin a çarenivîsaz di dîroka gelê Kurdistanê de dikin.
Bi germî pîrozbahiyê li Serok Barzanî, malbat û kesûkarên şehîdan, polîtburo û komîteya navendî û hemû organ, kadro û endamên PDKyê dikim.
“PDK nûnertiya gelê Kurdistanê dike”
Şanazî ye ku PDK piştî temenekî dirêj, heta niha bi germ û gurî di meydana xebatê ye û nûnertiya gelê Kurdistanê dike.

Ji bo rûbirûbûn û çareserkirina astengî û bidestxistina siberojeke baştir û bi hêvî, rêbertiya xelkê Kurdistanê û armancên wê yên bilind dike.
Îro wekî dîrok û dana qurbaniyan, erk û berpirsyariyên PDKyê dîrokî û mezin in.
“Divê PDK erk û berpirsyariyên xwe bîne cih”
Divê wekî her demê erk û berpirsyariyên xwe bîne cih, hemû kesî li hev kom bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan înisiyatîvê wergire.  

Divê parêzer û pêşengê tebayî, yekrêzî, bihevrebûn, hevqebûlkirin û alîkariyê be.
Divê rola xwe ya aktîv û bibandor di parastina azadî, demokrasî, maf û destkeftên destûrî yên gelê Kurdistanê û ferzkirina federaliyê de bibîne.
Silav li hemû endamên partiyê, ji we û hemû gelê Kurdistanê re hêviya serkeftinê dikim.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peyama pîrozbahiya şêwirmendê encûmena asayîşa Kurdistanê ji bo cejna Mesîhiyan

Lalish Duhok

Li Reqayê gencek bi çêkirina qehweyê li ser qûma germkirî bûye kesekî navdar

Lalish Duhok

Kesayetiya Jina Kurd

Lalish Duhok