شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokê Hevpeymaniya Siyada civiya  

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokê Hevpeymaniya Siyada civiya  

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 7ê Îlona 2023an li Hewlêrê ligel Serokê Hevpeymaniya Siyada Xemîs Xancar civiya.

Li gorî daxuyaniyeke malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Iraqê û giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û rêkeftinan hatin gotûbêjkirin.

Mijareke din a hevdîtinê jî, taybet bû bi bûyerên vê dawiyê yên Kerkûkê. Her du aliyan nîgeraniya xwe li ser bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderên sivîl nîşan dan û li ser asayîkirina rewşa bajêr hevnêrîn bûn.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Perlemanê Kurdistanê ji yê Îraqê xwest gotinên perlemantara Goran şermez bike

Lalish Duhok

Serokomarê Tirkiye spasiya Serok Barzanî kir

Lalish Duhok

Sazeya destpêşxerya Nadîa bi pişkdarya çend sazeyên nêv dewletî berê biniyatê bo nesba bîreweryên qurbanyên karesata Êzidiyan li Şingalê danan

Lalish Duhok