شبكة لالش الاعلامية

Kurte filmekê gengekê Êizdî d vîstevaleka Moskiyê da pişkdare

Kurte filmekê gengekê Êizdî d vîstevaleka Moskiyê da pişkdare

Tora Laliş ya Ragehandinê

 Şivan, kurte filmekê kurdî ye j derhênana (Serhat Narîman) î ye, l çaremîn vîstevalа filmên kurdî-Moskow ya kurte filman pişkdare, ku bryare l vê mehê l paytextê Rusya bête gêran.

Derhênerê gencê Êzdî Serhat Narîman bo Sema ragehаnd: Kurte filmê wî yê b navê “Şivan” dê pişkdarîyê d vîstîvaleka sînemayî ya nêvdewletî da l welatê Rusya ket. Ev pişkdarîye dê bte çaremîn car ku ev filme l vîstîvalekê dête nîşandan. Film l sala 2023ê da hatîye berhemînan û heta niho pişkdarî d sê vîstevalan da krîye, êk j wan l vîstevala bajêrê Dihokê bûye wek baştirîn kurte film hatîye helbjartin.

Derbareyî çîroka kurte filmî Serhatî dîyarkr, çîroka filmî l ser du şivanaye ku d gundekî da djîn û pez û mirîşkan xwedî dken. Rojekê, pezê wan j hev belav dbn û çendîn rûdan pêk dên. Got jî ev kurte filme b şêwazê aşûpa zanistî hatîye çêkrn, şêwazeke ku l Kurdistanê kêm dête bkarînan.

Herwesa dbêjt: Film b stafekê j çend kesan pêkhatî yê bçûk û b budceyeka kêm hatîye berhemînan.

Da zanîn jî ev pişkdarîye l Rusya dê bte derfetek bo nîşandana honera kurdî l ser astê nêv dewletî.

 

Çaremîn vîstevala filmên Kurdî l Moskow bryare l rojanên 18 bo 22yî vê mehê b rêvebiçn.

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wî xortî 6 milyon dolar red kir

Lalish Duhok

59 parlementarên Ewropî girtina kenala Zarok ya bi zimanê Kurdî li Tirkiyê şermezarkirin

Lalish Duhok

Li bexçeyê mala polîsekî berê 24 cenaze hatin dîtin

Lalish Duhok