شبكة لالش الاعلامية

Şandekî Elmanî : divê em dest bidin yek ji bo harî karî kirin Êzidîyên şingalê

Veguhastin  / çinar şemo

Şandekî Almanî ku pêk hatibû ji berêz Tom Konkîs andamê perlemanê Elmanî u çend endamên parta kesik ya Elmanî di gel berêz Kîurk Anzwaîlr Kunsilê serekiyê yê Elmanî li Hawlêrê û hijmareka andamên perlemanê Elmanî seredana perstgeha laliş kirin li roja înîya bûrî , ev şande hate pêşwazî kirin ji alyê berêz Hazim Tasîn beg û berêz şêx şamo û hijmareke rewşenbîr û sîasetmedarên Êzidîyan .

Li pêş yê geryanek di gel vî şandî li perstgeha pîroza laliş hat kirin ji bo nasandina bîr û bawer û şîwenwarên kevnên peristgeha pîroza laliş.

Piştre ku berêz Hazim Tahsîn bi navê xwe û navê amadebuyan bi xêrhatina şandê navbirî kirî got : em pêxoşn bi hatina we bo perstgeha laliş lê me di xwest tevaya andamên civata ruhanî niha li vir amade bû bane belê bi lêborîn ve ew niha ji derveyî Kurdistan û îraqê ne, daxwaz ji amadebuyan kir lêrênînek li mêjûya Êzidîyan û karesatên bi serê Êzidîya hatîn kirin bi taybet karesata şingalê dema ku teroristiyên Dahiş hêrşeke mezin kirîne ser şingalê û fermaneke mezin  bi ser Êzidîyan de anî ku bi fermana (heftê û carê) di ête nasîn .

Zêde tir jî got evro di  vî çerxê bîst û yekan da Dahiş ev karesate bi ser xelkê Êzidî de anî bi kuştina bitir ji sedan zilam u kesên sivîl û revandina hezaran jin û zarokan û koç kirina bitir ji (çar sed) hezar Êzidîyan ji  xêzanan mal û hale xo bi cih hêlan, her dîsa pitir ji (sê sed) gundên êzidîyan niha koç kirine herêma kurdistanê , li vir em di xwazin ku cihekî taybet jibo parastina hemu kêm aînan were destnîşan kirin li Kurdistan û îraqê .

Di paşre berêz Konkîs serokê şandê Elmanî sopasyên xwe arsteî amadebuyan kir jibo bi xêr hatina wan ya germ , û got jî raste eve bo cara yekemîne ez seredana peristgeha pîroza laliş di kim belê di heman demî de me gelek pêzanîn li ser êzidîyan û wan fermanên bi serê Êzidîya hatîn kirin di vî mawê derbaz buî da , û em hemu kar di kin jibo  bi destve înana cihekî taybet û parastî jibo Êzidîyan jibo jîyaneke serbexo u bi rêve birina bîr û bawerên xo bi serbestî .


 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

NY di raporteke nû de kiryarên DAIŞê yên dijî êzîdîyan weke jenosîd binav kir

Lalish Duhok

Bi fermana serokê hikûmetê 73 milyon dînar bo hatinçûna şagirdên Şingalî hat terxankirin

Lalish Duhok

Abdullah Masîkî: Zarok Bi Giştî û yên Şengalê Taybetî Ne Şad In

Lalish Duhok