شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş – Elmanîya ta neha 25 Ten Alîkarî rewaneyî awereyên Şingal li Kurdistanê kirne

Ji roja qewmîna Fermana Şingal li 03.08.2014 u revandina hezara jin u keçên u Zarokên Êzidîyan u Kuştina hezera u awerebûna bi sedên hezara ji Şingal u welat Şêx bo nav deverên Kurdistanê yên aram , me wek bingehê Laliş li Elmanîya bi fer dît wek erkekî Dînî u Netewî u Civakî rabin u digel mal u Komelên Êzidîyan bi erkê xwe ..

me li destpêkê beşdarî li çendîn civîna kir u em tevî xwenîşandanên Kurdên Êzidî bûn li ( Biroksil, Hannover, Koln ,Hamm,Dortmund, Wopurtal, Bielefeld, Berlin u Firankfort ) zêdebarî ku bersiva çendîn pirsên medîya yê ji bal bingeê me ve hat dayîn …

piştra şandeka pêkhatî ji pênç endamên Bingehî serdana Kurdistanê u ji nêzîkve hayîdarî rewş u derdeseriyên Êzidîyan bûn u tevî lijnên xwepexişên ser kempan bûn u kar kir ji bo asankirna karê awereyan …

piştra endamên bingehî biryargirtin ku bi lez alîkarîyan kombikin u rewaneyîn Kurdistanê bikin ji bo awereyan ji berku himara wan zor mezine , li roja dest pêkirîn ta neha nêzîkî 25 tenên alîkarîyan rewanekirne u lijnên serperiştên kempan wergirtine u li ser awereyan beêavkirne ..

* barê yekê yê alîkarîyan :

li rêketî 05.09.2014 di navavbera 10- 12 tenên al’karîya hatine rewanekirn u gehiştine komelgeha Şarîya u lijna serperişta awereyan belavekir li ser awereyên Şingalî .. u her wesa endamê Bingehê me Fadil Xud’da di gel wî barê alîkarîya ço Kurdistanê ..

* Barê Dûyê yê Alîkarîyan :

li rêketî 01.10.2014 barekî pêkhatî ji 15 Ten ji cil u berg ku pêdawîstiyên jîyanê hatine komkirn bo deverên Zaxo u Dêrebûn U xanikê hatine rewankirn ..

*Barê Siyê yê Alîkarîya :

ta neha li baragayê bingehê Laliş li bajarê Bielefeld li Elmanîya pitir ji 15 Ten alîîkarî hatine komkirn u li benda Tirombêla barhilgrin taku veguhêzên ji bo awereyan ..dîsan biryar hate dayîn ku ew alîkarî 50% bo xelkê ewereyên Kobanê bin u 50% ji bo awereyên Şingal bin li Kurdistanê

li vir fer dibînin ku sopasîya Dezgehê Brazanî yê Xêrxwazî dikin ku harîya mukik bi mere hebû ji bo van alîkarîyan , her wesa ji dil sopasîya senterê Willkommen u berêz Reinhard dikin u hemî Êzidiyên devera Mulheim ku alîkarîyên xwe gehandin Bingehê Laliş daku bigehin Awereyan ..

her divê derbarê da sopasîya lijnên Hannover u Dussildorf u hemî rêkxirawên wan dikin u sopas bo Komela Gilzenkirchen u Wopurtal u hemî xelkê alîkarîyên xwe gehandîn me u me jî rewaneyî xelkê me yê perîîşan kirîn li kurdistanê …

tê zanîn ku revendên Cuda cuda alîkarî gehandin me u ji hemî parçên kurdistanê ,, sopas ji bo we tevan u xwedê xêra we qebûl bike u her kesê destê harîkariyê ji bo awereyên me yên Êzidî li Kurdistanê dirêj bike ..

li vir fer dibînin sopasîya yek yek endamên desteya bilinda bingehê laliş – Duhok u çaxên Bingehî li Şarîya u Xanikê u Dêrebûnê u hemî hevalên xwebexiş ku karê ser rast kirn u alîkarîkirna awereyan dikin bi şev u roj ..

serketin ji bo gelê me u serçorî ji bo dujminê mirovatiyê bin … bila Cangoriyên Fermana Şingal li cinetê şad bibe u serbestî u azadî ji bo hemî keç u Jinên hatîne revandin ..

Bingehê Laliş – Elmanîya

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

7 sal di ser êrîşa DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê re derbas bûn

Lalish Duhok

Jinên Ba’edrê fêrî çawanîya çê kirina cilên kurdî dibin

Lalish Duhok

Êzidî dixwazin Jina Abû Bekir AL-Bexdadî desteser bikin

Lalish Duhok