شبكة لالش الاعلامية

Bingehê‌ Laliş: Rîfrandoma Kurdistanê‌ delîveka zêrîne bo Êzdyan

Bingehê‌ Laliş: Rîfrandoma Kurdistanê‌ delîveka zêrîne bo Êzdyan

Tora Laliş ya ragehandinê‌

Bi amadebûna komeka endamên bingehê‌ laliş tayê‌ Xankê‌ û jimareka rewşenbîr û berprsên fermangehên hikumî û hizbî, îro çarşembûyê‌ 28 huzeyrana 2017ê‌, rûnştineka rewşenbîrî ya berfreh li dor rîfrandoma Herêma Kurdistanê‌ ku li 25 eîlula ev sale dê‌ bi rêveçit, hate grêdan.

Li destpêkê‌ berêz”Dexîl Naîv” bi xêrhatina amadebûyan kir û paş xolekekê‌ li ser gyanê‌ cangoryên kurd û kurdstanê‌ seknîn , paşî dûpat li ser grngya rîfrandomê‌ bo gelê‌ kurdistanê‌ kir.

Li dûvda berêz”Enter Kelo” berprsê‌ Bingehê‌ Laliş tayê‌ Xankê‌ peyvek li dor rîfrandomê‌ pêşkêşkir û dyarkir ku rîfrandom bo êzdyan girnge ewên bi drêjahya dîrokê‌ tûşî bi dehan hewên komkujyên bikom buyn , ev rîfrandom wek delîveka zêrîne bo êzdyan bo nehêlana azarên sedan salan.

Li pêra rûnştina vekrî destpêkir dinavbera amadebûyan, ku boçonên cuda cuda li dor rîfrandomê‌ dane dyarkirin û hemûyan tekez li dengdanê‌ bo serbexoy ya kurdistanê‌ kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

ŞINGAL – Kurdên êzidî ji hatina mîlîsên şîe biguman in

Lalish Duhok

Bi amadebûna Mesrûr Barzanî ve zengila sala nû ya perwerdê lêket

Lalish Duhok

Macron: Zextên me dê ji bo rawestandina êrîşên Rûsyayê bidomin

Lalish Duhok