شبكة لالش الاعلامية

Tê Hewlêrê û bi Kurdî distrê

Xanima hunermenda şoxûşeng a Libnanî “Heyfa Wehbê” bi niyazê nimayîşa xwe ya hunerî ku tê çaverêkirin di heyva gulana bêde li Hewlêra paytext encam bide û soz dide ku ahengên wê li Kurdistanê cuda û bê wêne be.

Hunermend Hatim Êraqî jî soz dide ku stranekê bi zimanê şîrîn ya Kurdî bêje û ew yek jî red nekiriye ku li gel Hefa Wehbê bi zimanê Kurdî stranekê pêşkêş bikin.

Di kongireyekî rojnamevanî ku li Beyrûtê paytexta Libnanê hate lidarxistin de hunermenda Libnanî “Heyfa Wehbê” li gel hunermend “Hatêm Êraqî” ragihandine ku ewê bihevre ahengên mezin li Hewlêrê di meha gulanê de saz bikin.

Li gor daxuyaniya herdu hunermendan ew konsêrt dê li Hewlêrê li baxçeya Samî Ebdulrehman di 30`ê gulanê de û li Otêl Rotana a li Hewlêrê jî di 31 gulanê birêve biçin.

Li ser amadebûna xwe bo cara yekem li Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê jî Heyfa Wehbê ragihand ku ew gelekî kêfxweşe.

 

Xendan

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Viyan Sebrî: Serok Barzanî navên wezîrên PDKê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê diyar dike

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî bo John Major: Gelê Kurdistanê hevsozî û dostaniya we jibîr nake

Lalish Duhok