شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo simînarek ji bo Pêşmergê Êzidîyan da ..

Şêx Şamo simînarek ji bo Pêşmergê Êzidîyan da ..

Hejar Midîr / LMN

Şêx Şamo Endamê perlemanê Kurdistanê u serokê deseteya Bilinda bingehê Laliş ji bo Pêşmergên Êzidîyên Çîyayê Şingalê li fêrgeha Pilingên Zêrevanî li Pêşaborî simînarek mezin pêşkêşkir ..
di simînara han da ku li bin navê Êzidî u pêkve jîyan u hişyarîya Netewî ,Şêx Şamo bal kişande li ser wê yekî ku li pêşîya meda ti çare u derfet nîne ji bilî pêkvejîyana Olî u biratî di nava tevaya pêkhatên Kurdistanî da ..
Şêx Şamo tekez li çend mînakan kir ku li Şingal piranî Êzidîne raste lê divê pêkhatin din jî yên Musilman u Kiristîyan li baweş bigrin her çawa li Dihok me ev yek daxwaz dikir u piranî Musilmanin lê me dît biratîya wan li demê fermana Şingal çawa dîyar bû ..
di aliyekê dî yê semînara xwede berêz Şêx Şamo bal kişande li ser pêkanîna Fermanda Şingal ku ji 8000 pêşmerge li ser fermana Serok Barzanî pêkhatîye u giringîya wê bas kir ..

tê zanîn ku li ser fermana serok Barzanî fermanda Şingal pêhatîye ku 8000 pêşmergên xelkê Şingal bi xweve digre ji bo berevanîkirna axa welatê xwe ..

2

3

4

5

8

7

6

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanê hat vexwendin

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Almanyayê derbarê jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin de panelek birêve diçe. Komeleya bi navê Hawar bi piştgiriya koma Partiyên Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) panelê birêve dibe û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serokên partiyan û çend pispor jî di panelê de amadene. Kurda Êzidî Naciye ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya ketina di destê çekdarên DAIŞê de kir û da zanîn di heyama 8 mehên di destê DAIŞê de her tiştên xirab hatine serê wê û got: “Hê jî zêdetirî 3 hezaran Êzidî di destê DAIŞê de ne. Ew sê sal in vê jiyanê bi zorî dijîn. Hinek caran jinek rojê 8 caran tê firotin. Zarok jî bi şeweyên cuda têne firotin. Destdirêjiyê li keç û jinan dikin. DAIŞê mejiyê zarokan dişû û wan ferî ramanên tundraw dikin.” Naciye diyar kir ku ew dê li panelê behsa êş û çîroka xwe bike û wiha domand: “Bila dengê me bibihîsin û hem bila ew kesên mane di destê DAIŞê de rizgarbikin hem jî bila alîkariya kesên hatine rizgarkirin bikin. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.” Ji bilî jinên Kurdên Êzidî jinekê cihû ya ji komkujiya Holocostê û jinekê jî misilman a ji komkujiya Kosovayê rizgar bûyî jî beşdarî panelê bûne. Peyamnêra Rûdawê li Almanyayê Ala Şalî diyar kir ku di panela navborî de mijara bikaranîna seksê wekî çekekê jî dê bê gotûbêjkirin.

Lalish Duhok

Li Şingalê dronekê otomobîlek kir armanc

Lalish Duhok