شبكة لالش الاعلامية

Seredana Barzanî bo Enqerê yekem encama xwe da

Seredana Barzanî bo Enqerê yekem encama xwe da

Enqere (Rûdaw)

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd di serdemeke dîrokî de seredana Tirkiye kir ku yekem car e li koşka Serokwezîriya Tirkiyê bi aleke mezin a Kurdistanê li wî welatî tê pêşwazîkirin.
Di hevdîtinan de pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê, pêvajoya çareseriyê û hêza Tirkiyê ya li Mûsilê mijarên serek bûn.

Jibilî ku li ser çapemeniya civakî wêneyê Ala Kurdistanê li miqabilî ala Tirkiyê weke rojeveke sereke bû jî, lê di warê pratîkê de jî seredana Barzanî yekem encama xwe da û piştî vê seredana diyalog di navbera Bexda û Enqerê de dest pê kirin.

Serok Barzanî ragihand ku hevdîtinên wî di keşûheweyekî erênî de derbas bûne.

Ligel gotûbêjkirina gelek meseleyên heremî û duqulî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, pêvajoya aştî û çareseriyê jî mijareke giring bû di seradana Barzanî de.

Serokê Herêma Kurdistanê di nava wan du rojan de li Enqerê ligel Serokomar Serokwezîr û Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê civiya û hevdîtinek jî ligel şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî kir.

Barzanî herwiha pêşwziya çend partî û rêxistinên din ên kurdan li Bakurê Kurdistanê jî kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rizgarkirinek mazin û hîvyek nû.

Lalish Duhok

DUHOK – Hejmara kesên di rûbaran de xeniqîn bûne 11

Lalish Duhok

Civata Rûhanî ya Êzidî bo PKKê: Ji Şingalê dûr bikevin

Lalish Duhok