شبكة لالش الاعلامية

Leyla Zana dê ligel Erdogan bicive

Leyla Zana dê ligel Erdogan bicive

Çavkanî: K24

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Leyla Zana û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dicivin.

Nivîskara rojnameya Sabahê Hîlal Kaplanê ragihand ku Leya Zana ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan daxwaza hevdîtinê kiriye. Serokomar Erdogan îro daxwaza Zanayê eşkere kir û ragihand ku ewê bi Zana yê re bicive.

Leyla Zana di sala 2012 an de diyar kiribû ku Erdogan dikare pirsa kurdî çareser bike û piştî vê daxuyaniyê ew bi Erdoganî re civîyabû. 

Herwiha  beriya Hilbijartinên 1ê Mijdarê jî dabû zanîn ko heger şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê raneweste, ewê dest bi greva mirinê bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PKKê li Şingalê “Baxçeya APO” ava kir

Lalish Duhok

Barzanî beşdarî rêwresma taybet a Newrozê bû

Lalish Duhok

Hikûmeta Herêmê 500 milyon dînar ji bo qerebûkirina ziyandîtiyên lehiyê terxan kir

Lalish Duhok