شبكة لالش الاعلامية

Gorişme: Çavpêketina Serxetiyan û Binxetiyan

Ji Evîna Rojên Kevin

Gorişme: Çavpêketina Serxetiyan û Binxetiyan

Konê Reş

.. Di salên 1961/1962/1963/an de, rola qaçaxa ku di gundên ber sînor re dibû, qube û mezin bû.. Leşkerên sûriyê û cendirmên tirkiyê bertîl dixwarin û wiha yê ku ji welatiyan bihata kuştin û birîndarkirin an girtin û zindankirin ji kîs xwe diçû.. û di encam de gelek zarok sêwî diman, lingê gelek zilaman jêdibû û derîkê gelek malan dihat girtin.. Di eynî wan salan de, şoreşa Barzaniyê nemir li başûrî welat li dar bû, 49 rewşenbîrên Kurd li Bakurî welat di zindanê debûn û li rojava piraniya endamên Partî digel apo Osman Sebrî û Dr. Nûreddîn Zaza di zindanên Heleb û Şamê de bûn..

Vêca ji tirsa ku Kurd bi raperînek mezin di Kurdistanê de rabin, hikumeta tirkiyê neçar bû ku bêhinvedanekê bide Kurdan û kela dilê wan hinekî sar bike. Ew bêhinvedan, navê wê (Gorişme) bû, anku çavpêketin an hevdîtina Serxetiyan û Binxetiyan, a li ser sînor bû. Li herêma me, ew hevdîtin (Gorişme) di rojên cejnan de li gundê Qesra: (Serçixan), di rewistgeha (Stasiyon) wê de pêk dihat. Êvara cejnê mala me tijî mêvan dibû, ji bajarê Hesekê û gundên beriya Mêrdînê dihatin, da ku sibeha cejnê karibin çav bi mirovên xwe yên Serxetê kevin. Dema ku li stasiyona Qesra Serçixanê Gorişme destpê dikir, dengê xelkên vî alî têlê û wî alî têlê digha esmana; bang hev dikirin, bi hev re dikeniyan û hin bi hev diaxifîn û digiriyan.. Wê Gorişmê çend salekî dirêj kir û betal bû..

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

YNK: Xwedanê Şingalê, Hikûmeta Kurdistanê ye ne kesekî din

Lalish Duhok

Hikumeta Iraqê nasnemeya gorekî bi kom eşkere di ke

Lalish Duhok

Pirojekî nûjenkirina xanyan dê li Komelgeha Şarya Hête encamdan

Lalish Duhok