شبكة لالش الاعلامية

Desteya Bilinda Bingehê Laliş smînarek gêra û qutabiyên serkeftî jî xelat kirin.

Desteya Bilinda Bingehê Laliş smînarek gêra û qutabiyên serkeftî jî xelat kirin.

Tora Laliş ya ragehandinê.

Berdewamîdan bi bizav û çalakiyên sazya laliş , Roja pênç şembûyê rêkeftî 29î îylula 2022ê û bi amadebûna jimareka kesayetî û qutabyan , Desteya Bilinda Bingehê Laliş di çalakiyeka xwe ya evro da smînarek gêra û jimareka qutabiyên serkeftî jî xelatkirin li hola Şêx Şamo li avahya Desteya Bilinda Bingehê Laliş li Parêzgeha Dihokê .

Piştî rawestiyan li sergiyanê şehîdên bizava rizgarî xwaza kurdî serkarwanê wan barzaniyê nemir , Rê û resmên çalakiyê destpêkirin

Se’îd Cirdo Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş di perawêza çalakiya evroda pîrozbahî li qutabiyên serkeftî kir û ronahî êxiste ser rolê wan di pêşerojê da weku serkirdên civakî li dahatî , Dîsan amaje bi rewşa dijwar û astengên qutabiyan derbazkirîn di jyana awareyî û li bin xîvet û kavilan da ku nebûne rêgir li hember serkeftina ewan, Belku bûyne helgrên îradeyeka polayî , Herweha di drêjahiya peyva xweda tekez kir ku serkeftinên van xortan dibe hander bo me ku bi çavekî pirî omêd li civak û welatê xwe meyzebikin .

Di tewerekî dîtir da smînara mamosta û şarezayê di biyavê Êzidînasyê da (Xelat ba’edrî) li dor babetê (programê babetê Êzidyatyê û çend têbînî û pêşnyar ) bi rê ve çû û ji layê endamê desteyê ve (Xîrî Îbrahîm Koro) hate birêvebirin , Di mawê smînarê da smînarbêjî çendîn tîbînî û ronkirin û pêşniyar bo amadebûyan li dor programên xwandina babetê Êzidyatiyê li navendên xwandinê li herêma Kurdistanê înan ziman ,Paşan dan û sitandinek bi mifa û sûd bexiş li dor babetî hate encamdan di navbera smînarbêjî û berhevbûyan da.

Di tewerê dawîyê yê hêvariya Laliş da jimareka qutabiyên serkeftî li pola 12ê yên têkrayên berz bi dest xweve înayn li sala xwandinê 2021 – 2022 ê hatine xelatkirin ji layê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û bingehê Laliş tayên Sinûn û başîk û behzan ve û ji layê amadebûyan ve diyaryên serkeftiyan hatine parvekirin .

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

BI bejdarbuna Bingehê Laliş rêwresmên destpêkirina şeşemîn fistevala Duhok ya rewşenbîrî hat gêran

Lalish Duhok

Li Komelgeha Şarya harîkarî li ser 20 xêzanên kêm deramet hatine parvekirin

Lalish Duhok

Ji ciwanekî kurd re madalya aştiyê hat dayîn

Lalish Duhok