شبكة لالش الاعلامية

Rêveberê giştî yê ewqafa Êzidyan bi yawerya şandekî seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kir.

Rêveberê giştî yê ewqafa Êzidyan bi yawerya şandekî seredana Desteya Bilinda Bingehê Laliş kir.

Tora Laliş ya ragehandinê-Dihok

Bi merema gotubêjkirin li dor girêdana konifirasekî çaverêkirî li hewlêra paytext , Roja êk şembûyê rêkeftî 2î meha 10 2022ê rêveberê giştî yê ewqafa Êzidyan bi yawerya şandekî seredana baregayê Desteya Bilinda Bingehê Laliş kirin li parêzgeha Dihokê û ji layê serok û cêgir û endamên Desteya Bilinda Bingehê Laliş ve hatine pêşwazîkirin .

S’ud Misto rêveberê giştî yê ewqafa Êzidyan li wezareta ewqaf û karubarên olî li hikumeta herêma Kurdistanê bi yawerya her yek ji (D. Adem Bêdar ) û (D.’bdalrehmin derwêş) bi merema gotubêjkirin li dor girêdana konifrasekî seredana Bingehê Laliş kirin

li dor vê çendê Se’îd Cirdo Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş bo tora Laliş da xuyakirin : Armanc ji seredana şandê nafhatî gotubêjkirin bû li dor girêdana konifransekî li jêr nav û nîşanên (Wêneyê Kemîneyan di hizra zorîneyê da , Pirisgrêk û Çareserî) , Serokê Bingehê Laliş da zanîn ku di hête çaverêkirin Desteya Bilinda Bingehê Laliş bi hevkarî digel rêveberiya giştî ya ewqafa Êzidyan û peymangeha lêborîna bê sinûr konifransê nafhatî der bixen li Hewlêra paytext .

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kurdên Êzdî li Almanyayê piştgiriya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin

Lalish Duhok

Li kolana herî qerebalix a Duhokê ciwanek hat kuştin

Lalish Duhok

Li Îranê dengdana ji bo hilbijartinan destpê kir

Lalish Duhok