شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş û Mala Êzdiyan bi 15 xalan li hev kirin

Bingehê Laliş û Mala Êzdiyan bi 15 xalan li hev kirin

Tora Laliş:

Binge‌hê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî û Mala Êzdiyan li Oldinborg dibiyavê rewşenbîrî da yadaştnameyeka li hevtêgehştinê li welatê Elmaniya îmzakirin.

bi amadebûna (Dr. Seîd Xudêda),Cêgrê Serokê Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî û li gel Serokê Mala Êzdiyan li Oldinborgê(Elyas Yanc) ev yadaştname hate îmzakirin.

Ev yadaştname pêk tê ji 15 xalêlên li hev têgehiştinê û ev xal ji pêxemet xizmetkirina Êzidî û xwert kirina bizava çandî(rewşenbîrî) û keltorî û hevguhartina zanyariyane . wek di xaleke vê yadaştnamê tê gotin ” Herdû la di berhevin ji bo encamdana konfiransên taybet derbareî ola Êzidiyan di hemû buaran de.” xaleke din jî di bêje ”Pêtiviye herdû la çi kara encam nedin hevdijî vê rêkeftinê bin, û ev rêkeftina me ne li ser kîstê cû komel û rêkxistinên dî ye û em kar û xebata komel û rêkxistinên li welat û derveî welat bilind di nerxînin û dergehê Mala Êzidiyan û Bingehê Laliş herdem bi biratî yê vekiriye , armanca me pêşxistina gelê me ye.”

Tê zanîn yek ji karnameya sitratîjiya Bingehê Laliş di kongreyê çardê da, ew bû ku vekirina pirên rewşenbîrî û bihêzkirina peywendîyane li gel senterên din yên civakî yên Êzdiyan.

 

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi wêne..Serokê Herêma Kurdistanê giheşte Brukselê

Lalish Duhok

Desteyeka nû bo Bingehê Laliş Tayê Şarya hate helbijartin.

Lalish Duhok

“Elî Atlan” seredana bingehê‌ laliş kir û rewşa noke ya êzidyan di gel berêz”Şêx Şamo”gengeşekir

Lalish Duhok