شبكة لالش الاعلامية

Berpirsê PDKê li Şingal: Em rê nadin PKKê hêza xwe li Şingalê zêdebike

Berpirsê PDKê li Şingal: Em rê nadin PKKê hêza xwe li Şingalê zêdebike

 Çavkanî :Basnews

Berpirsê liqê Şingalê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragehand ku, ew dê rê nedin Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) jibo hêza xwe li Şingalê çekdarên xwe zêdetir bike, Êzidî jî tekez dikin ku çênabe PKKê li Şingalê bimîne.

Îro 4 Cotmehê, Berpirsê Liqê PDKê li Şingalê Wehîd Bakozî ji BasNes re ragehand: “Îro careke din Kurdên Êzidî tekez kirin ku, nabe PKKê li Şingalê bimîne, ev yek jî dengê nerazîbûna Kurdên Êzidî ye beramberî hebûna PKKê li Şingal, jiber hebûna wam li Şingalê metirsîdare.”

Navborî got: “Teror kirina herdû Pêşmergeyên xwebexiş zengilê metirsîdarê lêda, lewma heger PKKê hêza xwe li Şingalê zêdebike ew tuhmetê li ser xwe bicîdikin, terorokirina wan Pêşmergeyan li sînorê wan bû, lewma di pileya yekemîn de ew tawanbarin û ew tawanbarin jî.”

Herwia got jî: “Em rê nadin PKKê li Şingalê hêza xwe zêde bike, jiber pêwîstiyame bi wan nîne û divê PKKê Şingalê çolbike, jiber ew li wir mêvanin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî biryarekî nû derxist

Lalish Duhok

‎Konfiransê nivîsîngeha( Şêxka) bi serkeftiyane bi dumahîk hat.

Lalish Duhok

Hêjano bi rêya van malperan hun di karin pertokên grêday êzidyan bi dest bixin  

Lalish Duhok