شبكة لالش الاعلامية

Qayîmeqamê Şingalê: Li ser pere nakokî ketiye nav hêzên PKKê yên li Şingalê

Qayîmeqamê Şingalê: Li ser pere nakokî ketiye nav hêzên PKKê yên li Şingalê

Çavkanî :Basnews

Qayîmeqamê bajarê Şingalê yê Kurdistana Başûr eşkere kir ku hêzên PKK yên li Şingalê li ser wî pereyê ku Bexda dide wan, bi hev ketine.

Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, bi qasî ku em dizanin Bexdayê par mehên Mijdar û Kanûnê pere û mûçe dabû hêzên nêzîkî PKKê yên li Şingalê.

Xelîl her wiha got, li gorî agaihyên me di nav wan hêzan de nakokî derketiye û li ser wî pereyî bi hev ketine.

Qayîmeqamê Şingalê eşkere kir ku ew alozî gihîştiye wê astê ku şandek ji wan çûne Bexdayê û li dijî yê din gilî kirine.

Li gorî agahiyên qayîmeqamê Şingalê, hêzên PKK ji wê yekê aciz û nîgeran bûne ku Bexdayê soz dabû wan mûçe bide tevahiya wan kesên ku wek xwebexş tevlî şer bûne lê niha êdî mûçe nade wan.

Beriya niha jî fermandeyê hêzên êzîdî yên nêzîkî Bexda û PKKê, Heyder Şeşo ji malpera fermî ya YNKê re gotibû, me ji meha Kanûna 2014 heta Adara 2015 ji Bexdayê alîkariya darayî û mûçe wergirtiye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş: Rîfrandom destkefteke dîrokîye û îradeya xelkê Kurdistanê pêşanî cîhanê da.

Lalish Duhok

Fazil Mîranî: Hikûmeta Iraqê heye, lê dewlet tine

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî salvegera damezirandina bingeha Laliş pîroz kir

Lalish Duhok