شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Pêşmerge mijûlê şer bû, lê hin aliyên din li Kurdistanê hewla kudetayê dida

Barzanî: Pêşmerge mijûlê şer bû, lê hin aliyên din li Kurdistanê hewla kudetayê dida

 Çavkanî :Basnews

Îro 16.11.2016ê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotara xwe ya li bajarokê Başîkê ku li rojhilatê Mûsilê ye aşkera kir, Hêzên Pêşmerge dema ku berevaniya axa Kurdistanê dikir, hin aliyên di nav Kurdistanê de jî hewldana kudetayê didan.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: ‘’Du sale gelê Kurdistanê di şerekî bixwîn de ye û li gel dijminê herî xirap û hov şer dike. Ez jî baş dizanim dema ku welatek dikeve tengaviyê û metirsiyê, hemû xelk, rewşenbîr û hemû aliyek xwe dikin yek û metirsiya heyî li ser her tiştekî re dibînin. Me jî pêşbînî dikir ku hemû aliyên Kurdistanê wê piştevaniya Pêşmerge bikin, lê mixabin me dit ku hin aliyan çi rewşekî navxweyî ava kirin.’’

Mesûd Barzanî got: Hin aliyana hewl da kudeta bikin, binke şewitandin, xelk kuştin, ez ji wan pirs dikim, berî hewldana kudetayê rewşa we naha baştire? We çi bedest xist? We çi gohert? Ez dibêjim xwe ne westînin, ji ber we berê çi dest xistibe hûnê naha jî her wê bidest bixin.’’

Serokê herêma Kurdistanê daxwaz ji hemû partiyan kir, ku bicivin û bi dilekî paqij ve gotûbêj bikin. Teqez kir: ‘’Pirsgirêkên me pirin û gazindeyên me hemuyan hene, gazindên min jî hene. Werin rêkbikevin û çareseriya wan pirsgirêkan gotûbêj bikin. Eger niyet paqij bin, ez bi her awayekî piştevaniyê lê bikim. Lê eger her kevin de berdewam bikin û bibêjin kudeta, ez li vê derê dibêjim bi tu awayekî zordariya kesekî em qebul nakin. Ez daxwazê li wan kesên ji dilin dikim, ku dilê wan bo xelkê wan dişewite û hest bi berpirsyariyê dikin, werin bicivin û biryarê xwe bidin. Ji ber dem derbas dibe û çareserî ji destê me diçe, bila wê demê kesek tu gazinda neke, em jî piştre li benda kesê namînin.’’

Mesûd Barzanî got: ‘’Xwîna Pêşmerge di yek çeper de têkel bûye, xwîna kur û keçên hemû parçeyên Kurdistanê di yek çeper de têkel bûye, ku ev destkevtê herî mezin e. ev yekrêzî û qehremantiya Pêşmerge destkevtê herî mezine, her ev destkevte dihêle ku em ber bi pêş de gav bavêjin, ber bi paşerojekî ronahî gav bavêjin.’’

Derbarê serxwebûnê de jî Barzanî got: ‘’Hindekan dilê xwe bi vê xweş kiriye ku dibêjin ka serxwebûn û referandom. Min her demekê gotiye serxwebûn mafekî xwazayî yê gelê me ye û di bin ti rewşekî û dibin ti fişarekî de em dest li serxwebûnê helnagrin. Lê ez berdewam dibêjim ku ev projeyeke divê bi nermî û bê tundî bê pêkanîn.’’

Barzanî got di serdana dawiyê ya Bexdayê de aşkera me behsa vê mijarê kiriye û pirsa serxwebûna Kurdistanê wek cîhê kêfxweşiyê hatiye gotûbêj kirin û got: ‘’Ev derdixe ku em dikarin bigehin encamekî, madem em nikarin bibin şirîkên baş li gel yek, em dikarin bibin du cîranên baş. Em naxwazin carekedin bikevin pêvajoyekî xwîn rêjandinê.’’

Serokê Herêma Kurdistanê got ev projeyeke û em dest lê bernadin, eger li gel Bexdayê em rêkeftin, dibe pêwîst bi referandomê nebe. Wê demê îtîbara serxwebûnê jî zêdetir dibe. Lê eger ew nêzîkî rêkeftinê nebin wê demê Kurdistan referandoma xwe dê bike û diyar kir: ‘’Ew kesên ku dilê wan pê xweşe ku serxwebûn nayê bidest xistin, bersiva min ji bo wan ev e; DAIŞê gelek bombe di rêya Pêşmerge de danîn û Pêşmerge ew rakirin û Kurdistan paqij kir, bersiva min ji bo wan kesane jî ev e, ew bombeyên siyasî yên we bo me danîne me gelek paqij kirine û emê yên mayî jî paqij bikin. Heta wê demê hun çawa dixwazin bikin we bikin, em tu hesabekê bo wan tiştên we nakin.’’

63d4c5cd7e3598bc9c65bd29994e2827_l

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hevpeymaniya Kurdistan`ê û Kurdên Êzîdî û Feylî

Lalish Duhok

Hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên ku berê xwe daye Almanyayê ji sedî 290 zêde bûye

Lalish Duhok

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê li ser 6. salvegera komkujiya Şingalê

Lalish Duhok