شبكة لالش الاعلامية

Keçeka din a Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin

Keçeka din a Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hate rizgarkirin

BasNews

Wezareta Navxwe ya Iraqê rizgarkirina keçeke Kurda Êzdî li bereyê rastê yê bajarê Mûsilê ragehand.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Emîd Seid Mein ragehand ku, mefrezekî dezgeha ewlekariyê û Rêveberiya ewlekariyê ya ser bi polîsên fedral û dijterora Neynewa keçeke Krên Êzdî ji dastê çekdarên DAIŞê rizgarkirin.

Herwiha wî berpirsê Iraqî da zanîn ku, proseya rizgarkirina wê keça Êzdî piştî destkeftina zanyariyên hur li ser wê keçê hat encamdan, tekez kir ku, ew keça Kurd li meha Hezîrana 2014 ji aliyê çekdarên DAIŞê hatibû revandin û bi zorê dabûne çekdarî DAIŞê.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Emîd Seid Mein aşkere kir ku, temenê wê keça Kurdên Êzdî 20 salin û niha tendirûstiya wê başe û dê were radestkirin bo malbatên wê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîneya li Bexda şermezar kir

Lalish Duhok

Serokê Bingehê Laliş pêşwazî li fermandê fermandeya Şingal ya hêzên pêşmerge kir.

Lalish Duhok

Mirovên qurbaniyên erdheja Efrînê bang li Serok Barzanî kirin

Lalish Duhok