شبكة لالش الاعلامية

Dihok..Hezar û 50 rizgarbûyên Kurdên Êzdî ji aliyê derûnî ve hatine çareserkirin

Hezar û 50 rizgarbûyên Kurdên Êzdî ji aliyê derûnî ve hatine çareserkirin

BasNews

Rêveberê Giştî yê Tendirûstiya Dihokê amaje bi wê yekê dike ku, hezar û 50 kes ji Kurdên Êzdî ji aliyê derûnî û cesedî ve hatine çareserkirin û hin ji wan berdewam çareseriyê werdigrin.

Rêveberê Giştî yê Tendirûstiya Dihokê Dr.Nizar Ismet ji BasNewsê re ragehand ku, piraniya rêzgarbûyan rastî nexweşiyên derûnî bûne, bo çareserrkirina wan navendeke taybet hatiye vekirin, dazanîn ku, heta niha di wê navendê de hezar û 50 rizgarbûyên Kurdên Êzdî ji keç û jin hatine çareserkirin, beşek ji wan derûniya wan başbû, lê hin ji wan bi temamî baş nebûne, ji ber ku, yek ji malbata wan di nav DAIŞê de mabin başnabin.

Herwiha Rêveberê Giştî yê Tendirûstiya Dihokê Dr.Nizar Ismet aşkere kir ku, hin ji wan Kurdên rizgarbûyîn bo wergirtina çareseriyê bo welatê Almanya hatine veguheztin û pêwendiya me berdewamî ligel wan heye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Rojnameyeka Êzidîyan bê sekinandin tê weşandin

Lalish Duhok

Mala Êzdiya bi cil û bergên kilturî beşdarî fistevala Kramermarkt ya bajarê Oldenburg dike.

Lalish Duhok

Li Hewlêrê helmeta kom kirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Lalish Duhok