شبكة لالش الاعلامية

Jina Cihû li kampa Kurdên Êzidî navendeke çandî vekiriye

Jina Cihû li kampa Kurdên Êzidî navendeke çandî vekiriye

(Rûdaw) Jina îsraîlî ya bi navê Lîza Mayara, ku ev 3 sal in li Duhokê dijî, li Kampa Şarya ya koçberên Şingalê navendeke rewşenbîrî û çandî ava kiriye.

Bav û kalên Lîza Mayara qurbaniyên komkujiya Holokostê ne, ku ev trajediyeke mezin bû di serdema Hîtlerê de li Almanyayê bi serê Cihûyan hatibû.

Mayara, 6 mehan piştî karesata Şingalê ya bi serê Kurdên Êzidî hatibû, wate piştî êrîşa DAIŞê ya 2014ê, biryar dide berê xwe bide Başûrê Kurdistanê. Wê li Duhokê rêxistineke bi navê “Bahara Hêviyan” damezrandiye û herwiha li Kampa Şarya jî navendeke çandî û perwedehiyê vekiriye.

Lîza Mayara ji Rûdawê re got: “Weke mirovekê û herwiha weke kesekê ku gelek xizmên xwe di jenosîda Holokostê de ji dest daye, ji bo erkên xwe yênb mirovahiyê pêk bînim hatime vê derê.”

Di demên cuda de 500 zarok di navenda rewşenbîrî û çandî de perwerde dibînin. Lîza dixwaze zarok rengên reş ên DAIŞê ji bîr bikin û çavên wan bi rengan tejî bibe.

Rêveberê Cîbicîkar ê rêxistina Bahara Hêviyan Seîd Xwedêda jî got: “Ev peyameke mirovî ye, ku jinekê bi esil Cihû hatiye xizmeta van koçberan bike.”

Bi vî xizmetê Bahara Hêviyan ji bo zarokan bûye dibistaneke duyemîn.

Li Kampa Şariya nêzîkî 4 hezar koçberên Kurdên Êzidî dijîn û 6 rêxistinên navdewletî bi awayeke berdewamî li kampê kar dikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şêx Şamo : Piştevanî kirina gencan û rêkxstyên civakê sivîl ji armancên bingehê lalişe

Lalish Duhok

Amal Kilonî hevjîna stêra holîwood wê bibe parezera doseya kurdên ezidî li dadgeha nîvdewletî

Lalish Duhok

Kurdên Êzdî û Misilman cejna Krîstiyanan pîroz kirin

Lalish Duhok