Pertokeka nû li ser Êzdyan hate îmzakirn û belavkrn
Tora laliş ya ragehandinê
Di rêwresmekê da îro 12/11/2018ê li baregayê bingehê laliş tayê xankê û bi amadebûna jimareka kesayetî û rewşenbîr û mamostayan، pertokahate îmzakirin û belavkirin.
Her êk ji bingehên laliş tayên xankê û şingal ahenga îmzakirna pertoka (alayzîdî, peransîp û çand û resan, balgeyên mêjoyî) ya nvîskar “Celal Xirmş” gêran, bi amadebûna berêz “Şêx Şamo” serokê desteya bilinda bingehê laliş û endamên desteka bilnd û bingehên laliş tayên xankê û şingalê û rêveberê kempa xankê û komeka rewşenbîr û mamostayan.
Di ahengê da smînarek ji layê nvîskar Celal Xirmş ve hat pêşkêşkirin û têda qonaxên drustkirna pertokê û babetên hatîn belav kirin şilovekirin.
Pertok behs li komeka orf cvakî li nik êzdyan û rehـ û rîşalên dîrokî yên wan ‘rufan û nerîtan û encam dana wan li nik ayînên dî dikt.
Li dawya ahengê nvîskar Celal Xirmş jibal berêz “şêx şamo” ve hate xelatkirin û pesna drustkirna vê pertokê kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
