شبكة لالش الاعلامية

Termê Mîr Tehsîn Beg dê hefteya bê derbasî Kurdistanê bê kirin

Termê Mîr Tehsîn Beg dê hefteya bê derbasî Kurdistanê bê kirin

BasNews – Kesekî nêzîkî mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg ragihand, termê Mîr Tehsîn Beg dê hefteya bê derbasî Kurdistanê were kirin.

Rojnamevanê êzîdî,Heso Hurmî ji BasNewsê re got, termê Mîr Tehsîn Beg dê roja 4 Sibata îsal derbasî Kurdistanê were kirin.

Heso Hurmî, ku yek ji xizmên Mîr Tehsîn Beg e, da zanîn, termê mîrê êzîdiyan dê bi rêka firokexaneya Hewlêrê ji Almanya bigihê Kurdistanê.

Beriya niha nûnerê êzîdiyan di nav hikûmetê de, Xeyrî Bozanî ji BasNewsê re gotibû, termê Mîr Tehsîn Beg dê ji aliyê serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî ve ji Almanya derbasî Kurdistanê bê kirin.

Mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg roja 28 vê mehê û di temenê 86 saliyê de li Almanya wefat kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn bibe sedema aştî û aramiyê

Lalish Duhok

Şandekê qutabyan ji zankoyên welatê Elmanya seredana Perstgeha Laliş kirin

Lalish Duhok

Marwan Rasho :SERXWEBUN,A KURDÎSTAN HEQE HELALE LI MILETÊ KURD!!

Lalish Duhok