شبكة لالش الاعلامية

Li navenda Şingalê agir derket

Li navenda Şingalê agir derket

Şingal (Rûdaw) Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku agirekî mezin li navenda qezaya Şingalê derketiye û esmanê navçeyê dûman bûye.

Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim ji Şingalê diyar kir ku reşebayekî bihêz navçeyê girtiye û ji ber vê yekê heta niha nekarîne şewatê kontrol bikin.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku agirekî mezin li nêzîkî Şingalê ketiye û tîmên hawarçûnê ber bi cihê şewatê hatine şandin.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha eşkere kir ku “ji ber agir nêzîkî 100 malbat aware bûne û malên xwe vala kirine”. Şewat heta niha jî berdewam e û sedema derketina wê jî ne diyar e.

Şewat çar saet in berdewam e û neh gund û navenda qezaya Şingalê girtiye, xelkê Şingalê û tîmên agirvemirandinê hewl didin ku agir vemirînin, lê hêj nehatiye vemirandin.

Welatiyekî ji Şingalê jî eşkere dike ku ji ber şewatê bi sedan donim zeviyên dexl û danên cotkaran şewitîn.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kemal Kiliçdaroglu: Yekbûn ji bilî mirinê li hember her tiştî bi ser dikeve

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiyê belav kir

Lalish Duhok

Çawaniya xwe parastinê ji Madên Hoşber jibo gencan tê gotin.

Lalish Duhok