شبكة لالش الاعلامية

Barzanî bo Mîr Hazim: Hêvîdar im bi baştirîn şêwe xizmeta Êzidiyan bikin

Barzanî bo Mîr Hazim: Hêvîdar im bi baştirîn şêwe xizmeta Êzidiyan bikin

Hewlêr (Rûdaw) Serok Barzanî pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg ê kurê Mîr Tehsîn Beg kir ku weke Mîrê Êzidiyan ê nû li cihê bavê xwe hat destnîşankirin û ragihand, “Hêvîdar im bi baştirîn şêwe xizmeta xwîşk û birayên Êzidî bikî û em jî dê hevkar û piştevanên we bin.”

Serok Mesûd Barzanî nameyek areseteyî Mîr Hazim Tehsîn Beg kir ku îro weke mîrê nû yê Kurdên Êzidî hat destnîşankirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de Mîr Hazim Tehsîn Beg ku weke mîrê nû hatiye destnîşan kirin û hemû Kurdên Êzidî bi germî pîroz dike û hêviya serkeftinê bo dixwaze.

Serok Barzanî dibêje, “Kurdên Êzidî pêkhateyeke sereke ya netewa Kurd û Kurdistanê ye û hêvîdar im di erka xwe ya nû de bi baştirîn şêwe xizmeta wan xwîşk û birayên me bikî û em jî hevkar û piştevanên we dibin.”

Li Perestgeha Lalişê îro di merasîmekê de Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg weke Mîrê Nû yê Kurdên Êzidî hat diyarkirin û bi fermî weke Mîrê Êzidiyan dest bi karê xwe kir.

Di destpêka merasimê de, Endamên Civata Ruhanî ya Êzidiyan tevî çend zanayên olî yên Êzidiyan li gel berbijêrê mîrîtiyê, Hazim Tehsîn Beg derbasî nav avahiya Perestgeha Lalişê bûn û ketin civînê. Herwiha her di vê civînê de, cilûbergên mîrîtiyê li Hazim Tehsîn Beg hat kirin.

Piştre endamên Civata Ruhanî ya Êzidiyan û mîrê nû yê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg derketin pêşberî xelkê û li hewşa Perestgeha Lalişê, Mîr Hazim Tehsîn Beg sonda olî xwar û bi fermî weke mîrê nû yê Êzidiyan hate nasandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî li Bexdayê got: Serxwebûn mafê me ye!

Lalish Duhok

Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo karubarên Êzidiyan: Heta neha 15 welatan keysa Êzidiyan bi cînosaîd nasandîye.

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Divê di zûtirîn dem de tola şehîdan bê hildan

Lalish Duhok