شبكة لالش الاعلامية

Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê serdana perestgeha Lalişê kir

Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê serdana perestgeha Lalişê kir

BasNews – Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino ji bo bîranîna komkujiya Kurdên Êzidî, serdana perestgeha Lalişê kir û mûm vêxist.

Robert Palladino di serdana xwe de ragihand: “Em li vî cihê pîroz in ji bo rêzgirtina li qurbaniyên wê jenosîda dirindane, ku heft sal beriya niha rûda.”

Palladino diyar kir: “Amerîka encamderên wê tawanê weke berpirsyar dibîne, em ligel hevbeşên xwe ji bo jinavbirina çekdarên DAIŞê dixebitin, herwiha em ji bo pêşkêşkirina çareseriya mayînde kar dikin, ji bo vegerandina Êzidiyan bi aştî û parastî bo warê wan.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê eşkere kir: “Heta niha me milyonek dolar bexşandiye ji bo parastina perestgeha Lalişê, Wezîrê Derve Blinken ragihand; em ê bêhtir alîkariyên mirovî pêşkêş bikin.”

Robert Palladino herwiha diyar kir: “Em car din tekezî li pabendbûna xwe dikin ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyan, da ku Êzidî vegerin warê xwe, em mil bi milê hev radiwestin, weke nimûneyeke xweragir û alîkar, ji bo bawerbûna bi dubarenebûna karên dirinde yên bi vê cûreyê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 311 pêketiyên vîrusa koronayê hatin tomar kirin

Lalish Duhok

Ji ciwanekî kurd re madalya aştiyê hat dayîn

Lalish Duhok

Cîhnişînê Ebuzebî cejna Qurbanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Lalish Duhok