شبكة لالش الاعلامية

Seredana kesayetya û rêkxirawan bi merema pîrozbahya desteya nû ya bingehê laliş ya berdewame.

Seredana kesayetya û rêkxirawan bi merema pîrozbahya desteya nû ya bingehê laliş ya berdewame.

           

 

Tora ragehandina laliş:

Îro roja şembûyê 27î tebaxa 2022ê û bi merema pîrozbahîyê şandekî ji kesayetyên mîrî yên hikumeta herêma kurdistanê seredana baregayê desteya bilinda bingehê laliş krin li parêzgeha dihokê û ji layê serok û cêgir û endamên desteya bilinda bingehî ve hatne pêşwazîkrin .
Şandê navbrî ku pêkhat bûn ji berêzan ( Serbest lezgîn ) brîkarêَ wezareta pêşmerge û (Rênas cano )perlemantarê berê û mamostayê zankoya dihok pîrozbahî li stafê nûyê desteya bilinda bingehê laliş krin û piştevanî û harîkarya xo înan ziman ji bo desteya nû ya bingehî.
Her diheman rojda çendîn kesayetî u rêkxirawan bi heman merem seredana baregayê bingehê laliş krin û ji layê desteya bilinda bingehî ve hatin pêşwazîkrin .
Ji layê xo ve rêzdaran (Se’îd cirdo ) serokê desteya bilinda bingehê laliş û cêgrê serokê ( d. s’îd xudêde ) supasya kesayetî û şand û rêkxirawên navbrî kir bo seredanê û piştevanya wan bo bingehê laliş nirxandin pêxemet xizmeta çand û keltur î .

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Nû yê Êzidiyan kir

Lalish Duhok

Bingehê Laliş cejna Xidir Elyas pîroz dike

Lalish Duhok

Ahingek bo 150 pişkdarbuyên xolên werzê havînê hat li darxistin

Lalish Duhok