Wezîra derve ya welatê Elmaniya “Hebuna cênosaîdê ji nevyekî bo nevyekî wê bimîne”
Tora Laliş
Analîna Bêrbok , wezîra derve ya welatê Elmaniya îro roja çarşemê li rêkeftî 8mars di seredaneke xweya taybet bo Herêma Kurdistanê da seredana kempeyeka awarên Êzidî nişîn li Duhokê dike û behis li kurdên Êzidî dike û dibêje ” Min bihist ku awareyên Êzidî wê vegerin cih û warên xwe, ji bo vê yekê di vê pilaneke binecih û hûrbînî hebe , jiberku nabe ev xelk cardin bibin aware û derbeder bibin û nabe vegerin cihekî nehêmin. Niha me behis li wê çendê di kir ku rêzgirtin û keramet ji bo vî xelkî gelek giringe , ji bo vê yekê jî divê em piştevan bin û bi hevre kar bikin jibo peydakirina jîngehek hêmin ji bo wan ”
Wezîra derveya Elmanya amaje bi cênosaîd nasandina komel kujiya Êzidiyan li perlemantoya wî welatî kir û got :Berya demekî ye kû ew tawanên li dijî Êzdiyên me hatî kirin weke cênosaîd hat nasandin û me biriyar li serda bi belê . Em dizanin ku hebuna cênosaîdê ji nevyekî bo nevyekî wê bimine ,lewma li ser me hemuyan bi taybet kesanên sîasî em bi rêz û hûrmet xelkê wan deveran vegerînin cih û warên wan .
Dîsan navhatî di penaleke rojnamevanî ya taybet da ew yek anî ziman û got bo wan revanîyên tûšî destdirêjiya sêxsî bûn û jisedema wê yekê xwedî zarokin û babekî diyar tuneye , ku mafên wan zarokan mafê hawelatîbûnê nine û sinûrdar kîrî ne , ewan zarokan jî weke her zarokekî din mafê wan heye û li ser me ferze em rêzê li wan bigirin û jiyaneke bi keramet ji wan re peyda bikin .
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî