شبكة لالش الاعلامية

DAIŞê êrîşî du gundên Mexmûrê kirin û 3 welatî şehîd bûn

DAIŞê êrîşî du gundên Mexmûrê kirin û 3 welatî şehîd bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Îşev çekdarên DAIŞê êrîş birin ser gundên Xedirce û Laweriyan ên nêzîkî Mexmûrê, di encamê de kes hatin kuştin.

Li gor zanyariyên K24ê, xelkê gund rûbirûyî êrîşên bûn û hêzên Pêşmerge bi piştevaniya xelkê gund hatin û karîn êrîşa DAIŞê bişikînin.

Li gor zanyariyan, di encama şer û pevçûnên navbera her du aliyan de, sê bira ku kurên muxtarê Xedirce bûn şehîd bûn û du jin û du Pêşmerge jî birîndar bûn.

Di wê derbarê de, Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, “Şeva 2/2/2021ê terorîstên DAIŞê li gundê Xidirce yê nêzîkî çiyayê Qereçoxê ve êrîşî ser çend malan kirin û mixabin di vê êrîşa hovane de şehîd û birîndarên sivîl hene.”

Di daxuyaniyê de hat jî, “Hêzên Pêşmerge di demeke zû de ketine pey terorîstan û dest bi operasiyoneke berfire li deverê kirine.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Laliş Şingal li kampa Xankê beşdarî çalakiyek hişyariya tenduristiyê dibe

Lalish Duhok

Filmek li ser karesata Şingalê di be yê yekemîn di fîstevalek sînemayî yê nîvdewletî da li Duhokê

Lalish Duhok

Li Şingalê ciwanekî canê xwe ji dest da

Lalish Duhok