شبكة لالش الاعلامية

Serokatiya parlementoya Iraqê digehe jineke kurd

Serokatiya parlementoya Iraqê digehe jineke kurd

BasNews

Şêwirmendê Navenda Dar El-Selam bo medya û lêkolînan aşkere dike ku, di xola were de posta Serokatiya Parlamentoya Îraqê didin jineke Kurd, guman dike jina herî nêzîk ji wergirtina wê bostê re jî Ala Talebanî ye.

Şêwirmendê Navenda Dar El-Selam a medya û lêkolînan Hadî Celo Merê, wê yekê dibîne ku, di qonaxa bê de ya Iraqê guhertinên mezin rûdidin, ew guhertin dibe ku, ne li gor proseya siyasî be, belko tenê fişarê li ser biryar û helwesta siyasetmedaran bike, daku, bêtir ber bi cîbecîkirina sozên welatiyan ve biçin, di demkê de ku, ew hemû siyastemedar derbarê kirîzan bi awayeke pêwîst erê xwe nerabûn.

Herwiha ew berpirs amaje bi wê yekê jî dike ku, dibe guhertin di dabeşkirina bostan de were kirin û ne dûre bosta Serokatiya Parlemanê şûna ya Serokomar bê guhertin, ew boste jî didin jineke Kurd, ji ber ku Kurd ne weke Ereban e ku, dixwazin tenê mêr bostan werbigrin neko jin.

Şêwirmendê Navenda Dar El-Selam a medya û lêkolînan Hadî Celo Merê guman dike ku, posta Serokê Parlamentoyê bidin jinekê weke Ala Talebanî ku, yek ji wan siyasetmedarên pêwendiyên xwe bi Ereban re heye. Herwiha tekez kir ku, Kurd dixwazin posta Serokomarê Iraqê bi ya Parlementoyê biguherînin ji ber ku, posta serokomar simbolîye û ti bandora xwe li ser proseya siyasî nîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Divê em bi zanîn û hêza xwe dîroka me ya hatiye guhastin û veşartin ronî bikin

Lalish Duhok

Wezîrê Perwerda Hikumeta Herêma Kurdistanê piştevanya xwe bo xwendkarên Êzidî dûpat dike

Lalish Duhok

NY: Nêzîkî 2 milyon welatiyên Sûriyê aware bûne

Lalish Duhok