شبكة لالش الاعلامية

Pêşmergeyê ku ji aliyê PKKê ve hatibû girtin hat azadkirin

Pêşmergeyê ku ji aliyê PKKê ve hatibû girtin hat azadkirin

BasNews  

Demek berî niha PKKê ew Pêşmergeyê ku duh  girtin bûn, azad kirin.

Rêveberê bajarokê Wertê bi wekalet, neqîb Saman Mihemed ji bo BasNewsê ragehand ku:”Nîv demjêmir berî niha pêşmergeyê ku duh ji aliyê PKKê ve hatibû girtin hat azadkirin.”

Wî berpirsê got ku:”Ew e çendîn çare ku çekdarên PKKê endam û alîgirên PDKê digire û heyamekê berî niha jî muxtarê gundê Zergelê girtibûn.”

Behsa vê yekê jî kir ku rêya Qendîl rêyeke giştiye û rêyeke ji bo derbasbûna  welatiyê ku dixwazi biçine devera Pêşderê û Ranyayê lê berlê ew rê ji be reftarên PKKê bûye rêyeke metirsîdar ji bo vê yekê jî tenê wextê ku gelek pêwîst nebe kes bi wê rêyê de hatûçûyê nake.”

Berpirsê navçeya Rewanduzê yê PDKê ji bo BasNewsê got ku:”Demek berî niha nûçeya azadbûna Elî Wuso ji bo me hatiye lê belê heta niha negehaye nav malbata xwe de.”

Elî Wuso berpirsê ragehandina lîwaya 7 a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê duh li dema çûnê xwe ji bo Ranyayê de bi rêka Qendîlê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû girtin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî: Barê giran li ser milê rewşenbîran e

Lalish Duhok

Serdana Dibistana Navîn a Jim Mashkou ji bo xwendina Kurdî

Lalish Duhok

Workşopek li dor rolê jinê dinava dam û dezgehên leşkerî û eminî da hate encamdan

Lalish Duhok