شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya 565 xwandekarên Şingalê dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya 565 xwandekarên Şingalê dike

BasNews – Rêveberiya perwerdeya Şingalê diyar kir li ser biryara serokê hikûmeta herêma Kurdistanê hemû pirsgirêkên xwandevanên perwerdeya Şingalê hatine çareser kirin û îro 09.07.2020ê dê xwandevanên Şingalê ber bi Duhokê ve bên bo encamdana ezmûnên pola 12ê ya amadeyiyê.

Rêvebera Perwerdeya Şingalê Meyser Hecî ji BasNewsê re ragehand, hemû mesrefên xwarin û dabîn kirina cîh bo xwandevanan û hatûçûna wan heta testên wan ên koronayê dê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve bê kirin. Naha ti pirsgirêkek xwandevanên perwerdeya Şingalê nemaye, hemû hatin çareser kirin. Herwaha çend otêl hatine dabîn kirin li Duhokê bo hewandina xwandevanên qeza Şingalê û heta dawiya ezmûnan jê dê li wan otêla bimînin.’’

Herwaha got: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariya 565 xwandevanên perwerdeya Şingalê dike, ku berî naha hin ji wan ji Şingalê bo Duhokê hatine veguhestin û îro jî dê hejmarek xwandevan bi rêya otobûsên taybet ji Şingalê ber bi Duhokê ve bên veguhestin bo ezmûnên amadeyî pola 12ê bidin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Belavkirina selikên xwarinê li xwendekarên Şengalê yên li Bahzanê dijîn

Lalish Duhok

Konê Reş:Carek din Roja Ala Kurdistanê

Lalish Duhok

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 3162 kesan

Lalish Duhok