شبكة لالش الاعلامية

Bi sedan derwêş bi şûr û xenceran ji Îranê ve derbasî Başûrê Kurdistanê bûn

Bi sedan derwêş bi şûr û xenceran ji Îranê ve derbasî Başûrê Kurdistanê bûn

Hewlêr (Rûdaw) Zêdetir ji 200 kes ji derwêş û morîdên Şêx Mihemedê Kesnezanî ji Rojhilatê Kurdistanê bi şûr, kêr û xenceran êrîş kirine ser binkeya asayişê li deriyê sînorî yê Başmaxê û hewl didin derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bibin.

Berprisê Deriyê Sînorê Navdewletî yê Başmaxê, Lîwa Merîwan Şêx Kemal ji Rûdawê re ragihand, beriya demekê zêdetir ji 200 derwêşên Şêx Mihemed Kesnezanî bi şûr, kêr û xenceran êrîş kirine ser binkeyeke asayişê ya li Deriyê Sînor ê Başmaxê.

Deriyê Sînorê Başmaxê dikeve ser sînorê parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê.

Derwêş û morîdên Şêx Mihemed Kesnezanî ji bo beşdariya di merasima sersaxiyê ya şêxê xwe de, ku 4 roj beriya niha wefat kiribû, dixwazin herin Silêmaniyê.

Rêberê Terîqeta Qadirî, Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî roja 4ê Tîrmehê li Amerîkayê koça dawiyê kiribû.

Ji ber belavbûna vîrusa koronayê, sînorên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de li ber hatin û çûna welatiyan girtî ye û tenê tevgera bazirganî lê tê kirin.

Tê nûkirin…

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Iraqî Izet Şabender kir

Lalish Duhok

Keça Kurd ya ku hatibû revandin li Hewlêrê hatîye dîtin

Lalish Duhok

BARZANÎ: Ligel Bexdayê nêzîkê çareseriyê ne (HAT NÛKIRIN)

Lalish Duhok