شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî Cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan pîroz kir

Serok Barzanî Cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan pîroz kir

BasNews– Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Çileyê Havînê ya xûşk û birayên Êzîdî pîrozbahiyeke germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdarim ev cejine ji bo hemî Êzdiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibe dergehek ji bo destpêkeka nû û kevandina hemî birîn û êş û azarên destê terorê û xûşk û birayên Êzîdî hemû cejin û helkeftên olî di aramiyê de bi ser bibin.

Cejna hewe pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezareta Tendirustiyê: 25 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Şingal dê pişikdarî Referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bibe

Lalish Duhok

Parêzgarê‌ Hewlêrê‌ û rêzdar Şêx Şamo rawêjkarê‌ serokê‌ Hikûmeta Herêma Kurdistanê‌ bo karubarên Êzidya hevdîtnek pêkî anî

Lalish Duhok