شبكة لالش الاعلامية

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li dayîka du şehîdan kir

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li dayîka du şehîdan kir

BasNews – Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya qeza Amêdî de pêşwazî li dayîka du şehîdan kir.

Îro 07.09.2020ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya qeza Amêdî de, pêşwazî li Misrî Xan Mistefa kir, ku dayîka du şehîdane û di şerê dijî terorîstên DAIŞê de şehîd ketibûn.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pesnê qurbanîdan û berxwedana kesûkarên şehîdên serbilind ên Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê jî kir ku malbata wan nimûneyekîn ji sedan malbatên deverê ku qurbaniyên zêde bo gel û niştiman dane.

Mesrûr Barzanî got: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê xizmeta zêdetir bo kesûkarên şehîdan wek erkê serekî yê xwe dizane.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Başûrê Kurdistanê sala nû ya xwendinê destpê kir

Lalish Duhok

bi xak sipardina 10 termên kûrdên Êzidî ye koçberên rêya koçberyê

Lalish Duhok

Pêngavên PDK û YNK piştî diyarkirina berbijêrê Serokwezîr

Lalish Duhok