شبكة لالش الاعلامية

Rêveberê sayloya Kerkûkê û 15 fermanber hatin girtin

Rêveberê sayloya Kerkûkê û 15 fermanber hatin girtin

BasNews – Îro rêveberê sayloya Kerkûkê û 15 fermanberên din bi tometa wergirtina pare ji cotyaran ji aliyê polîs ve hatin girtin.

Rêveberê kiştûkal li Kerkûkê Zuhêr Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 12.06.2021ê rêveberê sayloya Kerkûkê û 15 fermanberên sayloyê li ser gendelî û wergirtina pare ji cotkaran di demsala dirûnê de hatin girtin.’’

Herwaha got: ‘’Rêveberê sayloyê û fermanberên din awayê neyasayî pareyekî zêde ji cotkaran wergirtine û piştî girtina wan ji aliyê polîs ve dosyaya wan radestî dadgehê hate kirin.’’

Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev dosyaye sivîl e û derbarê vê dosyayê de lêkolîn tê kirin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Amerîkayê daxuyanî li ser biryara Şingalê ya Iraqê da

Lalish Duhok

Hat nû kirin…Keça kurd a êzdî li Almanyayê jî ket dest wî çekdarê DAIŞê yê ew îşkence kiribû!

Lalish Duhok

Bingehê Laliş damezrêner û xebatkarên wexerkiriyên xizmeta Bingehî kirîn ji bîrnake

Lalish Duhok