Nûnera NYê êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir
Hewlêr (Rûdaw) – Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Jeanine Hennis Plasschaert êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir û got, “Êrişa li ser Hewlêrê sivkayetî ye bi serweriya yasa.”
Jeanine Hennis Plasschaert li hejmara xwe ya li hejmara xwe ya Twitterê, derbarê êrişa şeva derbasbûyî ya li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, peyamek belav kir.
Nûnera NYê di peyama xwe de tekez kir, “ev kiryar welat ber bi arasteyeke nediyar ve dibe ku di demekê de, gelê Iraqê bilindtirîn baca van êrişan dide.”
Plasschaert herwiha êrişa li Hewlêrê şermezar kir û got, “Ev êrişên berdewam, wek ya şeva derbasbûyî li ser Hewlêrê ku dûbare ye, sivkayetî ye bi serweriya yasa.”
Her di wê peyama xwe de Nûnera NYê tekez dike ku nabe ku rewatiya dewletê bikeve bin metirsiya “grûpên çekdar ên bêrehm.”
Şeva derbasbûyî demjimêr 11.30 bi rêya dronê êrişek li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê çê bû.
Dije Terora Herêma Kurdistanê diyar kir ku di encama êrişê de, “ziyanên canî û madî çê nebûne. Tenê agir bi pûş û giyayên derdora ketiye û tîmên agirvemirandinê jî mijûlî kontrolkirina agir in.”
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê di derbarê êrişê de ragihand, di êrişê de yek dron hatiye bikaranîn.
Li aliyê din li gorî îdîaya li ser kanala Sabirin Telegram a girêdayî Heşda Şeibî, 20 mûşek avêtine firokxaneyê hatine avêtin. Herwiha diyar kirin ku êrîş bi sê dronan pêk anîne.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî di civînek rojnamevanî de êrîşa ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê “wekî kiryarek terorîstî” bi nav kir.
Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîka Pentagonê ya bo Karûbarên Rojhilata Navîn Jessica McNulty ji Rûdawê re ragihand, “Heta niha em lêklînan dikin. Paşê Berdevkê Hevpeymaniyê dê zanyariyên zêdetir ragihîne.”
Rêveberiya Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê jî têkildarî êrişê ji Rûdawê re ragihand, çalakiyên firokexaneyê nehatine rawestandin û geştên esmanî yên li firokexaneyê weke berê normal berdewam in.
Ev êriş di demekê de bûye ku pêr jî li Bexdaya paytexta Iraqê bi dronan li dijî avahiya Balyozxaneya Amerîkayê êrişî çê bû û ew dronên di êrişê de hatin bikaranîn, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatin xistin.
Ketayibên Seyidu Şuheda yek ji wan grûpên çekdar ên Şîe û ser bi Îranê ve ne ku bi aşkere gefa pêkanîna êrişan li dijî hêzên Amerîkayê û berjewendiyên wê di nav Iraqê de dixwin. Piştî êrişa heftiya borî ya Amerîkayê bo ser binkeyeke wê grûpê li ser sînorê Iraq-Sûriyê, wê grûpê gef li Amerîkayê xwar û ragihand, ew li dijî Amerîkayê di şerekî vekirî de ne.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî