شبكة لالش الاعلامية

Wezareta Xwandina Bilind ya Kurdistanê: %100 derçûyên îsal yên pola 12 derbasî zankoyan dibin

Wezareta Xwandina Bilind ya Kurdistanê: %100 derçûyên îsal yên pola 12 derbasî zankoyan dibin

BasNews – Wezareta xwandina bilind ya Kurdistanê ragehand, tevahiya derçûyên pola 12 ya amadehiyê (lîse) dê ji aliyê zanko û peymangehan ve bên wergirtin.

Serokê giştî yê dîwana wezareta xwandina bilind ya Kurdistanê, dr. Xetab Şêxanî di civîneka rojnamevanî de ragehand, hejmara şagir û qutabiyên ku ji aliyê zanko û peymangehan ve hatine wergirtin, gihîştiye 47 hezar û 746 kesan ku dike %90 derçûyan.

Dr. Xetab Şêxanî her wiha got, niha 6 hezar kursiyên me yên xwandinê vala mane û 4 hezar û 706 şagir jî mane hîn nehatine girtin. Yanê em dikarin tevahiya şagirdên ku mane jî li zanko û peymangehan bidin wergirtin, bi vî rengî îsal tevahiya derçûyên pola 12 tên wergirtin.

Çend roj bûn beşek ji şagirdên derçû yên pola 12 ji wernegirtina xwe ji aliyê zanko û peymangehan ve nîgeran bûn lê bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê û berpirsên pêwendîdar ev arîşe hat çareserkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Festîvala Folklorî ya Duhokê dest pê kir

Lalish Duhok

Li Mala Êzdyan Oldnborg heftiyane waneyên Êzdyatyê bo gencan tên gotin

Lalish Duhok

Wezareta Tendirustiyê amarên herî dawî yên Koronayê ragihand

Lalish Duhok