شبكة لالش الاعلامية

Zaxo- Komeke tohmetbarên bazirganiyê bi laşe mirovan dikin hatine desteserkirin

Zaxo- Komeke tohmetbarên bazirganiyê bi laşe mirovan dikin hatine desteserkirin

BasNews– Îro roja pêncşemê 13. 01.2021ê li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê, ji aliyê rêveberiya asayîşa wê deverê ve, komeke tohmetbarên bazirganiyê bi laşe mirovan dikin hatine desteserkirin.

Berpirsê beşe divçûnê yê rêveberiya asayîşa serbixwe ya Zaxoyê Elî Osman ji BasNewsê re axivî û aşkere kir: “Piştî ku zanyarî gihiştine me, komeke tometbaran heye, tawanên cuda cuda encam didin û tohmetbarên bazirganîya n bi endamên laşê mirovan jî di nava wê komê de hene, her bilez me dest bi dîvçûnê kiriye û me kariye 6 tohmetbar desteser biki ku çar ji wan tohmetbaran tawanên maddeyên hişbir li ser wan hene û 2 tohmetbar jî tawanên parê sexte û 2 tohmetbar jî tawanbar bûne bi bazirganîya bi endamên laşên mirovan.’’ 

Herwiha Elî Osman aşkere jî kiriye ew tohmetbar ji bo dadgehê hatine şandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kurdên êzdî hest bi aramyê û piştrastyê di dewleta Îraqê da naken

Lalish Duhok

Referandûma Serxwebûnê Pîroz û Bimbarek be

Lalish Duhok

bingehê laliş Sinunê û nvîsîngehên bi ser ve rabun bi sax kirina cejna ser sala aînî

Lalish Duhok