Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriya nû ya Serok Barzanî digehîne aliyên siyasî yên Iraqê
BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda û Necefê dike û destpêşxeriyeke Serok Barzanî ji bo derketina ji xitimandina siyasî, digihîne aliyên siyasî yên Iraqê.
Jêderekî agahdar ji K24ê re ragehandiye: “Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda û Necefê bike. Serokê Herêma Kurdistanê destpêşxeriyeke Serok Barzanî ji bo derketina ji xitimandina siyasî digihîne aliyên Iraqî.”
Lê heman jêderê amaje bi dema serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Bexda û Necefê nekir.
Ji dema hilbijartinên parlemanî yên di Cotmeha 2021ê de, proseya siyasî ya Iraqê xetimiye. Li gor şopîneran jî sedema wê yekê vedigere nakokiyên di navbera Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de.
Alîgirên Tevgera Sadirê ev nêzî mehekê ye li ber Encûmena Nûneran dest bi mangirtin û xwepêşandanan kiriye ji bo rê li pêşiya avakirina hikumetê bigire. Di heman demê de jî Çarçoveya Hevahengiyê ji 12’ê Tebaxê û vir ve li ser rêya diçe Navçeya Kesk a li Bexdayê dest bi mangirtinê kiriye.
00CH |
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî