شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Yekitiya Nivîskarên Kurd kir

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Yekitiya Nivîskarên Kurd kir

BasNews – Bi boneya salvegera damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrazbahî li tevahiya nivîskar û edîbên Kurdistanê dike.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Ez 53 saliya damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, li Malbendê Giştî û li hemû nivîskar û edîbên Kurdistanê, bi germî pîroz dikim û serkeftinê ji wan ra dixwazim.

Bi vê minasebeta bi rêz û bi rûmet, li têkoşîn û xebata nîv sedsalê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd dinêrin. Em xizmetkirina wan ya berbiçav ji bo wêje, ziman û çanda Kurdî û helwesta wan ya netewî di serdema pêşmergayetiyê û têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê da bilind dinirxînin.

Di denekê da ku em vê bîranînê pîroz dikin, em tekîdê li ser girîngiya berhevî û rola bi bandor ya nivîskaran di pêşdebirina canê welaperweriyê, çemk û buhayên mirovî, binyatdanana civakeka pêşkeftî, pêşxistina ziman û edebiyatê, parastina nasname û çanda Kurdî û kûrkirina hevqebûlkirin, pêkvejiya û toleransê dikîn.

Silav û nemirî ji bo canê paqijê nivîskarên şehîd yên ku ji bo azadiya gel û welatê xwe canê xwe bexşîne û ji bo hemû kesên ku jiyana xwe ji bo nivîsandin, afirandin û xizmeta ziman û wêjeya Kurdî terxan kiriye. Bîranîna wan her dem bi xêr be û silav ji malbatên wan yên serbilind ra.

Çavê me li berhem, berdewamî û afirandina zêdetir ya nivîskarên Kurd û Kurdistanê ye û wek her tim em dê piştgiriya wan bikin.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê 10.02.2023

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi amadebûna hezaran kesan cenazeya berêz Şêx Şamo bi xak hat spardin.

Lalish Duhok

Bilançoya şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de zêde dibe

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Pêkvejiyan bûye ferhenga hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê

Lalish Duhok