شبكة لالش الاعلامية

YNK dê biryarê li dor karakirina Perlemantoy bide

YNK dê biryarê li dor karakirina Perlemantoy bide

WAAR_Duhok

Îro dê civata serkirdayetîya Yekîtîya Niştîmanî  kombibe û dê biryarê li dor karakirina Perlemantoyê Kurdistanê bide.
Li gor zanyarîyan îro civata serkirdayetîya Yekîtîyê bi serperşitîya Kusret Resûl ‘Elî û Hêro Îbrahîm Ehmed li bajarê Silêmaniyê kombiibe û têda pirsa Referandûmê û kêşeyên navxweya hizbê û karakirina Perlemantoyê Kurdistanê û rêkxistina peywendiyên Yekîtîyê di gel hizbên din bên gotubêj kirin.
Beriya niha, Letîf şêx ‘Omer endamê serkirdayetîya Yekîtîyê ragehandibû kombûna wan ya îro temamkera kombûna roja pêncişemî ye û dê kombûneka giring be û çaverêye çend biryarekên giring li dor karakirina Perlemantoy bên dan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş cejna çilê zivistanê pîroz dike.

Lalish Duhok

Pîrejineka êzîdî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Lalish Duhok

Berpirsê UNESCO: Em giringiyê didin perwerde û parastina şûnwar û kelepûra Herêma Kurdistanê

Lalish Duhok