شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Bi hêviya ku ev cejn bibe havênê pêşvebirina aştiyê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Bi hêviya ku ev cejn bibe havênê pêşvebirina aştiyê

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Remezanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Bi hêviya wê yekê ku ev cejn bibe havêna xweşî û xweşguzeranî û pêşvebirina aştî û tebayî di navbera hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê  de û seqamgîrbûna aştî û aramiyê li cîhanê.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya hatina Cejna Remezana pîroz, pîrozbahiyeke germ arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî pîrozbahiyê li Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û kesûkar û malbatên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan dikim. Hêvîdar im di xweşî û şadî û keşeke aram de rojên cejnê derbas bikin.

Bi hêviya wê yekê ku ev cejn bibe havênê xweşî û xweşguzeranî û pêşvebirina aştî û tebayî di navbera hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê  de û seqamgîrbûna aştî û aramiyê li cîhanê.

Cejna we pîroz be û her dem di xweşiyê de bin

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

20ê Nîsana 2023an

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li jêr çavdêrya berêz”Şêx Şamo” bîrewerya karesata Şingalê‌‌ bi gêrana şanogeryekê hate saxkirin

Lalish Duhok

Belave kirina harîkaryên xwarnê bi ser 70 xêzanên rizgarbuyan li deverdarya Şarya

Lalish Duhok

Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê dê li Herêma Kudistanê bi zimanê Kurdî bixwînin

Lalish Duhok