شبكة لالش الاعلامية

Tecawîzkarên zaroka 16 salî hatin berdan

Serdozgeriya Komarê ya Çewlîkê der barê 5 çawîşên pispor yên ku 2 sal berê tecawîzê zaroka 16 salî ya bi navê E.A kirin de bi îdiya tecwazî û îstîsmara zayendî de lêpirsîn dabû destpêkirin. Der barê bûyera ku li ser gilîkirina E.A derket holê de, 4 çawîşên pispor îtîrazê dadgeheke jor kirin û hatin berdan. Her wiha di lêpirsînê de jî biryara veşarî hat girtin.

Li gorî agahiyên hatine bidesxistin li navçeya Solhan a Çewlîkê keça 16 salî ya bi nê E. A meha borî serî li Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê daye û diyar kirin ku du sal berê ji aliyê çawîşê pispor yê bi navê Y.A ve hatiye revandin û piştre jî rastî tecawîzê hatiye. E.A da zanîn ku piştre jî hevalên Y.A, Î.Y, M.T, M.L û H. ku paşnavê wî nayê zanîn tecawîzê wê kirine. E.A got ew van kesan gilî dike. Piştî serlêdanê de di çarçoveya lêpirsînê de 4 çawîşên pispor hatin girtin û îtîrazê dadgeha jor kirin. 4 her çar hatin berdan.

Parêzera E.A, Canan Çakabay da zanîn ku dozgerî bûyerê lêkolîn dike û ji ber ku biryara veşarî daye nizanin lêpirsîn di kîjan astê de ye. Çakabay got ew ji bo muvekîla xwe daxwaza parastinê dike û got hêviya wan eve ku daxwaza wan bê qebûlkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Demîrtaş: Rola cenabê Barzanî di piroseya aştiyê de gelekî girînge

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 2024 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

Lalish Duhok