شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Kontrolkirina bajêr li we pîroz be

Barzanî: Kontrolkirina bajêr li we pîroz be

Çavkanî :Rudaw

 Serokê Herêma Kurdistanê bo rizgakirina bajarê Felûceyê û şikestina DAIŞê pîrozbayî li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.

Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê îro sêşemî di daxuyaniyekê de ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya telefonê pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.

Li gorî vê daxuyaniyê Barzanî ji ber şikestina DAIŞê û kontrolkirina navçeya Felûceyê pîrozbayî li Serokwezîr Heyder Ebadî û gelên Iraqê kir.

Di vê pêwendiya telefonî de, Barzanî û Ebadî herwiha tekezî li ser berdewamiya pêwendiyan û hevrêziya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bo rûbirûbûn û jinavbirina DAIŞê kirin.

Roja 23ê Gulan a 2016an Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî destpêkirina operasyona leşkerî bo kontrolkirina Felûceyê ragihand. Operasyon di jêr navê ‘Şikandina Terorê’ hatibû destpêkirin û roja 17ê Hezîran a 2016an bi awayekê fermî kontrolkirina Felûceyê hat ragihandin.

Herwiha roja 26ê Hezîran a 2016an dawiya operasyona rizgarkirina Felûceyê hat ragihandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Silêmanî koçberên Şingalê 2emîn salvegera karesata Şingalê bi merasîmekê bibîranîn.

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pîrozbahîyên xwe arasteyî Desteya nû ya bilinda Bingehê Laliş di ke

Lalish Duhok

Erebekî ew keça Kurd a 17 salî revand

Lalish Duhok