Li Munchenê tevlîhevî: 1 kuştî û 10 birîndar
Çavkanî : Waar Media
Li nav bajarê Munchen ê Almanya dengê çek û teqeyan tê bihîstin û li gorî zanyariyên destpêkê 1 kes hatiye kuştin û 10 kes birîndar bûne.
Îro înê li nav Bazara Olympia Einkaufszentrum a bajarê Munchen ê Almanya dengê teqeyan tê bihîstin.
Hejmareke zêde ya polîs û hêzên ewlehiyê ber bi cihê bûyerê ve çûne û derdora bazarê dorpêç kirine.
Polîsê Almanya ragihandiye, dest bi operasyonên kirine û hewl didin bikevin.
Li gorî zanyariyan, helîkopter li ser esmanê Munchenê digerin û çavdêriya rewşê dikin.
Herwiha ambulans ber bi cihê bûyerê ve birêketine.
Ji aliyekê din ve hat ragihandin, ku hatinûçûna giştî û bi taybet a trenan li gelek cihên Munchenê hatiye rawestandin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî