شبكة لالش الاعلامية

Almanya Îsal Pêşbîniya 300 Hezar Penaber Dike

Almanya Îsal Pêşbîniya 300 Hezar Penaber Dike

 Çavkanî : Dengê Amrîka 

Berpirsekî mezin ê koçberiyê li Almanya pêşbîniya 300 hezar penaber dike ku dê îsal derbasî Almanya bin.

Frank-Juergen Weise dibêje ajansa wî pilan diuke ji bo wegirtina di navbera 250 û 300 herzar penaber bigihin ta dawiya sala 2016an.

Wî di hevpeyvînekê de, îro yekşemê hate belavkirin, got jimara kesên derbasî Almanya bûyî di dema her gur de sala bor kêmtir bû ji jimara ku bawer bû ew bigihê.

Li gel hewildanên çareserîyê kirîza penaberan li Ewrupa hîn germ e.

Bi derbasbûna bêhtirî milyonek penaber ji rojhilata navîn bo Ewrupa sala borî, welatên ewrupî sînorên xwe bihêz kirin, xalên ewlehî û parastinê danîn ji bo rawesta derbasbûna kesên qaçax, û dergehê Balkan girtin ku bi sed hezaran penaber tê re derbas dibûm

Wan her wiha guftûgo li gel Tirkiyê kirin ji bo kêmkirina jimara penaberan, û bilez kirin proseya vegerandina kesên ku daxwazên wan ên penaberiyê hatibûn red kirin .

Û hîn jî gelek kêşe bê çareserî mane

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Nivîskarên Kurd roleke girîng û dîrokî di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de lîstiye

Lalish Duhok

Şandekê qutabiyan ji zankoyên welatê Elmanya seredana peristgeha Laliş kir.

Lalish Duhok

Serokên zanîngehên Duhok piştevanya xwe jibo xwendekarên Êzdî diyarkirin

Lalish Duhok